PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Ukraynayê, li ser vekişîna Rûsyayê ji bajarê Hersonê got ku ji bilî revê ti bijardeyeke Rûsyayê nemabû.
Sererkanê Ukraynayê Valeriy Zalujniy, li ser vekişîna hêzên rûsî ji Hersonê ber bi rûbara Dnipro de, daxuyanî da û got: “Ji bilî revê ti bijardeyeke dijmin tune bû.”
Zalujniy, li ser hesabê xwe yê Telegramê daye xuyakirin ku hêzên wan hemû rêyên lojîstîk û sîstemên piştevaniyê yên rûsî ruxandine û lewma jî ji revê pê de ti bijardeyeke din di destê wan de nemaye.
Herwiha Zalujniy daye zanîn ku hicûma hêzên wan li ser artêşa Rûsyayê dewam dike û ji 1ê Cotmehê ve jî rûbereke 1381 kîlomtre çarçik ji destê artêşa Rûsyayê hatiye rizgarkirin.
Zalujniy, daye xuyakirin ku di nav 24 demjimêrên borî de, li aliyê herêmên Petropavlovka-Novoraysk hêzên ûkraynî 7 kilometreyan pêşve çûne û 6 niştingeh kontrol kirine. Herwiha li aliyê Pervomayısk-Hersonê jî 6 niştingehên din hatine kontrolkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin