PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê otomobîlekî ji pa re li TIRekî xist û di encamê de ajotvanê otomobîlê Nazmi Adsız (59) û jina wî Zehra Adsız (31) can dan.
Di qezayê de ajotvanê treylerê û 4 kesên di otomobîlê de birîndar bûn. Qeza seet di 16.00an de qewimî. Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê dîtin ku Nazmi Adsız jşna wî Zehra Adsız li ciyê rûdanê can dane.
Ajotvanê treylere û 5 birîndarên di otomobîlê de bûn ew birin nexweşxana dewletê ya Tetwan û Bedlîsê. Ji wan birîndaran jiyana 3 kesan di talûkê de ye.
Cenazên jin û mêr yên di qezayê de mirin, birin morga nexweşxanê.