Wezareta Navxwe: Deriyê Îbrahîm Xelîl wê heftê 2 rojan vekirî be

Wezareta Navxwe: Deriyê Îbrahîm Xelîl wê heftê 2 rojan vekirî be

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê biryar da, rojên Duşem û Pêncşemê, deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl vekirî be ji bo wan hemwelatiyên ku li Tirkiyê asê mane.

Parlamenterê Iraqê Şîrwan Dûberdanî ragihand, bi mebesta karasaniyê ji bo anîna wî xelkê Neynowa ku li Tirkiyê asê mane, wî peywendî li gel Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê daniye û Wezareta Navxwe jî aşkere kiriye ku wan biryar daye, heftane 2 roj (Duşem û Pêncşemê) Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl vekirî be.

Wî parlamenterê Iraqê amaje bi wê kir, Rêveberê Dîwana Wezareta Navxwe tekez kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li deriyên sînorî rêkarên pêwîst ên ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê girtine.

Şîrwan Dûberdanî ku parlamenterê Neynowa ye li parlamentoya Iraqê, diyar jî kir, “Ew kesên vedigerin ku xelkê Neynowa ne, eger pêwîst bike dê bên kerentînkirin û xelkên din jî dê bo cihên wan bên şandin.”

Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên rêgirtin û xweparastina ji vîrusa koronayê, biryara girtina deriyên sînorî dabû. Di dawîn daxuyaniya Wezareta Navxwe de jî hatibû tekezkirin ku heta 10.05.2020an deriyên sînorî girtî bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin