Qeymeqamiya Nisebînê: Bikevin bodrûma mala xwe

Qeymeqamiya Nisebînê: Bikevin bodrûma mala xwe

PeyamaKurd- Qeymeqamiya Nisêbînê bang li xelkê Nisêbînê kir û got bila herkes here malên xwe û bikevin bodrûmên xwe. Bi sedema Nisêbîn navçeyeka li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ye (Bakûr-Rojavayê Kurdistanê),di nava du aliyan de maye. Bi roketên ku ji aliyê Sûriyê de hatine 6 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li gor qeymeqamiyê li ser sînor şer û pevçûn heye û li ser wê qeyemeqamî anonsa (bang) li jorê kir. Di anonsê de weha hat gotin:

“Daxwaza me ji we, bo ewlekariya canê we herim malên xwe û bikevin bodrûma xwe.”

Li Nisêbînê li taxa Firatê topên hawanê li çend malan ketibûn. Parêzgeha Mêrdînê ragihand ku 2 hemwelatî jiyana xwe ji dest dane û 24 sîvîl birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin