PeyamaKurd – Alîkariya leşkerî ya NATOyê ya ji bo Ûkraynayê ya li dijî Rûsyayê dewam dike, hat diyarkirin, bi rêya Yûnanîstanê van alîkariyan dide.
Ji embarên NATOyê yên li Yûnanîstanê cebilxaneya leşkerî tê şandin!
Portala thestival.gr a alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê ku li Yûnanîstanê tê weşandin ragihand, ji embarên NATOyê yên li nêzî gundê Kozanê ya li herêma Makedonyaya Rojava ya vî welatî gelek cebilxane şandine Ukraynayê.
Li gor nûçeya çapemeniya Yûnanîstanê belav kiriye, karwaneke kamyonên 20 tonî yên bi plaqeyên biyanî, şeva Çarşemê di rêya Kozanê re derbasî gundê Lefkopîgî bûn.
"Hêzên Yûnanîstan bi karwanên leşkerî re"
Li gorî raporê, “Kamyonên Bulgarî û Polonî cebilxaneyên ku ji depoyeke NATO ya li nêzî Rodianiyê wergirtine, ber bi cihekî nediyar ve dibirin. Bi karwanê otomobîleke polîsên Yûnanîstanê re hat û dibe ku ew sewqiyata cebilxaneyê ya ji bo Ûkraynayê be.
Herwiha hat tekezkirin, ji niştecihên xwecihî yên ku li vê deverê dijîn, tê îdiakirin ku 20 heta 25 barhilgir ber bi embaran ve çûne û vegeriyane, di heman demê de polîsên Yûnanî tekez kirin, bêyî ku agahiyê bidin ew cebilxane hilgirtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin