Elî Ewnî: Ji ber xiyanetan nabe bi YNKê re rêkeftineke dualî bê kirin

Elî Ewnî: Ji ber xiyanetan nabe bi YNKê re rêkeftineke dualî bê kirin

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser avakirina hikûmeta 9an a Kurdistanê diyar kir, divê kabîneya nû li gorî kursîyên partiyên siyasî were avakirin.

Elî Ewnî di beyana xwe ya televizyoneke Kurdistanê de, bal kişand ser ku ji bo xiyanetên ‘1966 û 16ê Cotmeha 2017an’ dubare nebin, divê ligel YNKê ji bo avakirina hikûmetê rêkeftineke dualî neyê pêkanîn û tenê li gorî rêjeya kursiyên partiyên siyasî kabîneya nû were diyarkirin.

Ewnî li ser hilbijartina posta Serokê Herêma Kurdistanê jî got ku ew dixwazin ji aliyê gel ve were hilbijartin, lê hîn destûreke herêma Kurdistanê ya bingehîn tune ye û divê bi parlamento û destûrê ew yek were zelalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin