Îtalya: “Me bi Pêsmergeyan re qezencên mezin bidest xist”

Îtalya: “Me bi Pêsmergeyan re qezencên mezin bidest xist”

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bi wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê bi Mark Esper re civîneka çapemeniyê lidarxist û behsa rola Pêşmerge di şerê li dijî DEAŞê kir û got ku ew amade nînin da wan destkeftiyan ji dest xwe berdin. Guerini di dewama axaftina xwe de weha got:

“Me bi Pêşmerge û artêşa Iraqê re wezîfa girîng pêkanî. Em ê îznê nedin ku destkeftiyên me wenda bibin.”

Guerini, di hefteya borî de seredana Herêma Kurdistanê kidibû û bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re di hevdîtinê de gotibû ku wê desteka wan bo Pêşmerge dewam bike.

Guerini her weha di civîna çapemeniyê de got ku hîç niyeta wan tineye ku ji Iraqê vekişin û wê hebûna wan ya li Iraqê dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin