PeyamaKurd- Li Sûriye li bajarê Idlibê, Tehrîr Eş-Şam ku serpereştiya wê Nusra dike, 10 DEAŞ iyên ku ketin destê wan, bi gulebaranê kuştin.
Tehrîr Eş-Şam bi ragihenadinekî bûyerê girte ser xwe. Di rêya ajansa xwe de ya bi navê Eba’a de beyana xwe da. Di peyama rêxistinê de hat gotin ku li gor biryara “qisas” ê kuştina wan hatiye kirin.
Berê li bajarê Idlibê 8 çekdarên HTŞ ê ji aliyê DEAŞ ê de hatibûn kuştin lewra behsa biryara “qisas” ê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin