Lehî, li Endonezyayê 50 kesî kust

Lehî, li Endonezyayê 50 kesî kust

PeyamaKurd- Li welatê Endonezyayê li eyaleta Papuayê bi sedema barana zêde lehî rabû û di encamê de 50 kes jiyana xwe ji dest dan. Tîmên rizgarkirinê li herêmê xebata xwe dewam dikin lê gelek dever hene ku hêj xwe negihandinê. Ev jî dibe ku bibe sedema zêdebûna miriyan.

Berdevkê Rêvebiriya Ajansa Afetê ya Netewî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho, ragihand ku ji do de, barana zêde hatiye û bûye sedema rabûna lehiyê, di encamê de 50 kes mirine û 59 kes jî birîndar bûne. Nugroho ragihand ku temamê birîndaran rakirine nexweşxaneyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin