Buroya Hûqûqê ya sedsalê bo Öcalan peyam da

Buroya Hûqûqê ya sedsalê bo Öcalan peyam da

PeyamaKurd: Serokê PKK ê Abdullah Öcalan piştî 2 salan birayê wî Mehmet Öcalan çû seredana wî û piştî dagera birayê wî parêzerên wî bi birayê wî re hevdîtinekî pêkanîn. Parêzer piştî bi Mehmet Öcalan re hevdîtin pêkanîn nerazîbûna xwe bo halê Abdullah Öcalan diyarkirin û bo çapemeniyê peyamekî belavkirin. Bi kurtahî peyaman weha ye:

“Birayê berêz Abdullah Öcalan, Mehmet Öcalan di 12 ê mehê de, di çarçoveya erêkirina başiya tenduristiya wî û jiyana wî de hevdîtinekî pêkaniye lê ev nayê vateya ku şertên wî yên tecrîdê guherîne an ji holê rabûne. Bêşik hevdîtina pê re piştî 28 mehan bi vateye û bi qedr e.”

Parêzerên Öcalan ragihandin ku ji tîrmeha sala 2011an heya niha nikarin bi Öcalan re hevdîtinan pêkbînin û ev 781 care ku seredanê dikin da muwekilê xwe bibînin lê tê redkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin