PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê hikûmeta demkî ya Tevgera Talîbanê li Afganistanê Înamullah Samanganî, ragihand ku bi sedema ku erkên xwe bi xirabî bi kar anîne yan jî sîxurtî kirine, wan hejmarek rayedarên xwe ji kar avêtine.
Samanganî li ser medya civakî eşkere kiriye ku heta niha 1895 endamên Talîbanê yên rayedarên hin wîlayetên Afganistanê ji kar hatine dûrxistin û hejmarek ji wan jî hatine binçavkirin û lêpirsînên li ser wan berdewam dikin.
Herwiha Berdevkê Talîbanê diyar kiriye ku ev kar ji aliyê Komîsyona Destpakiya Navxweyî ve tê meşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin