PeyamaKurd- Ev demeke ku parlementera Meksîkayê Anel Bueno wenda ye û niha cesedê wê hat dîtin. Bueno di meha nîsanê de çûbû eyaleta Colimayê bajarê Ixtlahuacanê da xebatên tenduristiyê bike û ji aliyê kesên çekdar de hatibû revandin. Cesedê wê, di goreka bi dizî de hat tesbîtkirin. Li ser tesbîtkirina cesedê wê, serokê dewleta Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador peyamekî belav kir û di peyama xwe de weha got:
“Cesedê wê di gorekî bi dizî de hat dîtin. Bo rêvebiriya qanûnçêkera Colîmayê, bo malbat, mirov, heval û hemkarên wê sersaxiyê dixwazim. Bûyerekî ciyê daxê ye û nexweş e.”
Obrador ragihand ku bi sedema kuştina wê yek hatiye girtin û lêpirsîna wî dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin