Wezîrê Derdorê yê Lubnanê jî îstîfa kir

Wezîrê Derdorê yê Lubnanê jî îstîfa kir

PeyamaKurd - Piştî teqîna mezin a li Beyrûdê, Wezîrê Derdorê yê Lubnanê Damîanos Kattar jî îstîfa kir.

Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrûdê, di teqîna mezin a di 4’ê Tebaxê de çêbû, 158 kesan can dabûn û bi hezaran kes birîndar bûbûn. Piştî teqînê çalakiyên li dijî hikûmetê dewam dikin. Ji ber teqîn û çalakiyan wezîrekê din jî îstîfa kir. Wezîrê Derdorê Damîanos Kattar, ragihand ku îstîfa kiriye.

Wezîra Enformasyonê ya Lubnanê Menal Abdussamed jî, ji gelê Lubnanê lêborîna xwe xwestibû û ji peywira xwe ya hikûmetê îstîfa kiribû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin