PeyamaKurd – Piştî mirina qralîçe Elizabeth2, li Îngîltere li hemberê qraliyetê hinek protesto hatin kirin. Do, qral Charles seredana payîtexta Gallerê Cardiffê kir û ji nav xelkê kesekî qêriya:
“Mukellefê bacê ji bo te sed mîyon Pound dide, çima?”
Li ser bûyerê qral Charles xwe ciyê bûyerê dûr kir û parastvanê wî ket navbera wan û pêşiya hemwelatiyê ku pirsê kir, girt.
Ragihandina qraliya Charles 3. Roja 10 ê êlûnê li payîtext Londrayê li qesra St.James bi merasimeka fermî hatibû kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin