PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, li ser êrîşên Îranê û mîlîsan got ku wê xwe û hevkarên xwe biparêzin. Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin weha got:
“Em ê li hemberê Îranê û mîlîsan xwe û hevkarên xwe biparêzin. Îran zerarê dide îstîqrara herêmê. Em bi parastina îstîqrara Rojhilata Navîn ve girêdayîne. Em ê çavên xwe ji tevgerên Îranê yên li Kendavê re negrin. Em xwediyê wê hêzê ne ku dikarin xwe û hevkarên xwe biparêzin. Tevgerên Îranê yên ku li Kendavê dike, bêberpirsiyariye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin