Tirkiye: Îro du F-16ên me 2 saetan li ser esmanê Sûriyê firiyan

Tirkiye: Îro du F-16ên me 2 saetan li ser esmanê Sûriyê firiyan

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (TMSB) li ser hesabê fermî yê Twitterê ragihand ku îro 2 balafirên F-16 ên wan bi ser qada esmanî ya Sûriyê de firîneke bi qasî 2 saetan encam dane.

Wezareta Tirkiyê di daxuyaniyê de got; "Di çarçoveya Hereketa Biryardariya Xwezayî de, du F-16ên Hêzên Esmanî yên Tirkiyê îro di navbera saetên 10,00-12,00 de firînek encam dane.”

Hêjayî gotinê ye, li demeke ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo Civata Giştî ya NY li Amerîkayê ye ev firîn hatiye encamdan ku Erdogan beriya biçe Amerîkayê du hefte mohlet dabû Amerîkayê ku heger daxwazên wan bicih neyîne ew dê operasyonê li ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê pêk bînin.

Erdogan di serdana xwe ya Amerîkayê de, doh jî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêwendiyeke telefonî pêk anîbû ku mijara rêkeftina herêma ewle jî hatibû axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin