PeyamaKurd - Qeyûmê Cizîrê ku 220 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê û tevî avahiya şaredariyê gelek mal û milkên şaredariyê dewr kirine, doza meaşê xwe yê 15 rojan ji şaredariyê kir û şaredarî da ber îcrayê.
Qeyûmê Cizîrê Qeymeqam Faîk Arican, piştî di hilbijartina 31ê Adarê de HDP bi rêjeyeke bilind şaredarî bi dest xist, peywira wî bi adwî bû. Arican, bi hinceta meaşê wî yê 15 rojan li ser hesabê wî yê bankê nehatiye razandin şaredarî da ber îcrayê.
Li gor zanyariyan çend roj berê midûrê karên nivîsê yê qeymeqamtiyê li şaredariyê geriyaye û ji rayedaran xwestiye ku meaşê Arican ê di navbera 15-31ê Adarê de bê razandin.
Çima ku şaredariyê pere nerazandiye jî bi îmzeya Qeymeqam Arican teblîgat ji şaredariyê re hatiye şandin.
Di teblîxatê de qeymeqam gotiye, demildest bila meaşê wî yê 15 rojan bê razandin.
Piştî vê teblîgatê Şaredariya Cizîrê ya HDPê jî bi îmzeya Hevşaredar Mehmet Zirig bersiv daye qeymeqam ku gotiye, ji ber rewşa aborî ya şaredariyê nebaş e meaş nehatiye dayîn.
Li ser vê qeymeqam serî li Daîreya Îcrayê ya Cizîrê da û şaredarî da ber îcrayê. Piştî serlêdanê daîreya îcrayê nivîsek ji şaredariyê re şand û ji şaredariyê xwest di nav 7 rojan de meaşê 15 rojan ku 6 hezar û 743,48 lîre ye bê razandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin