Ji Antonio Guterres peyama Newrozê: Wateya îsal gelekî girîngtir e...

Ji Antonio Guterres peyama Newrozê: Wateya îsal gelekî girîngtir e...

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres peyameke pîrozbahiyê bo Cejna Newrozê belav kir û tê de got, Newroz her sal wateya nûbûnê ye, lê Newroza îsal ji yên berê girîngtir e.

Sekreterê Giştî yê NYê bal kişand ser şewba koronayê û got, di demekê de ku cîhan hewl dide bi ser şewba koronayê de biçe, Cejna Newrozê dibe sedema nûbûn û başbûneke baştir û dadperwerane û bi sirûştê jî di nav hemahengiyê de ye.

Guterres got, ev qonax ji bo hevgirtin û hevkariya civak û nifşan ji berê gelekî girîngtir in.

Hêjayî gotinê ye, Cejna Newrozê di nav lîsteya mîrateyên cîhanê ya UNESCOyê de cî digire ku ji bilî Kurdan hin miletên din ên Rojhilata Navîn jî pîroz dikin.

Lê belê Cejna Newrozê ji bo kurdan xwedî dîrok û taybetmendiyekê ye ku herî zêde di nav gelê Kurd Newroz bi coş tê pîrozkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin