PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Financel Timesê ku li ser daxuyaniyên çavkaniyên nehatin diyarkirin, hat ragihandin ku rêveberiya Washingtonê ji Îranê xwestiye ku firotina parçeyên berdest ji Rusyayê re û her wiha balafirên bêmirov ên kamikaze yên ku tê gotin Moskowê di şerê li Ukraynayê de bi kar haniye, bi dawî bike.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinên nerasterast ên aliyan de ji bo kêmkirina rageşiya di navbera aliyan de û ji bo kontrolkirina bernameya nukleerî ya Îranê, Washingtonê ji Tehranê xwestiye ku firotina parçeyên yedek ên bêfirokevan ji Rusyayê re rawestîne û her wiha balafirên bêmirov a kamikaze rawestîne.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku wan gelek caran daxwaz ji Rusyayê kiriye ku bikaranîna wan balafiran a di şer de bi dawî bike û rêveberiya Amerîkayê ji Îranê xwestiye ku di vî warî de gavên berbiçavtir bihavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin