PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li ser operasyon û êrîşên dijî Rojavayê Kurdistanê û balafirên F-35an ku niha Amerîkayê ji ber kirîna S-400ên Rûsî, Tirkiye ji wê bernameyê derxistiye axivî.
Akar got ku ew ne mişterî, lê şirîkên bernameya F-35an in û got, “Heke nedin me emê bikevin nav lêgerînên din. Divê em balafirên nifşa nû bistînin û alternatîf hene.”
Wezîrê Tirk li ser bikaranîna çekên kîmyewî di êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de jî diyar kir ku bi wan qet çekên kîmyewî tune ne û îdia kir ku ew ti cudaxwaziya etnîkî û olî jî li deverên xistine kontrola xwe nakin.
Akar ji bo YPGê jî got ku ti ferqa YPGê û PKKê ji hev nîne û herdu jî terorîst in û divê dinya jî wiha bizane.
Hulusî Akar li ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê jî got, “Hem li rojhilat hem jî rojava li dijî tacîzan me mafê destwerdanê bikar anî. Di hereketa leşkerî de niha qadeke bi firehiya 145 kîlomtrî û kûrahiya 30 kîlomterî di bin kontrola me de ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin