Barzanî: Em ê di hikûmetê de cih bigirin!

Barzanî: Em ê di hikûmetê de cih bigirin!

PeyamaKurd- Serokê Konseya Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku divê hikûmeta Iraqê li ser esasên yekîtî, wekhevî û hevkariyeke bi rastî were avakirin.

Serokê Konseya Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî Amerîka ziyaret kir. Li Qesra Spî Barzanî bi Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Mira Ricardel re hevdîtinek pêk anî. Barzanî got ku em ê di hikûmeta Iraqê di cih bigirin. Em dixwazin ku hemî mafên Kurdan yên makezagonî di hikûmetê de werin parastin.

Ji xeynî vê jî, hat ragihandin ku li dijî IŞÎDê pêşmerge û koalîsyon wê bi hevkarî xebatên xwe bidomînin. Li ser alîkariya ji bo penaberên li Hewlêrê jî axaftin hatin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin