PeyamaKurd – Serokê grûba Wagnerê ya leşkerên bi pere ya Rûsyayê Yevgeny Prigozin ragihand ku hêzên wan ji bajarê Bahmûtê vedikişin û destpêkirine ciyê xwe ji artêşa nîzamî ya Rûsya re dihêlin. Yevgeny Prigozin weha got:
“Em hêzên xwe ji Bahmûtê vedikşînin. Îro ji serê siba seet ji 05.00an heya 1 ê hezîranê piraniya hêza me wê vekişe kampên li pişt cephe. Em ciyên xwe dewrî artêşê dikin.”
Prigozin, ragihandibû ku di şerê heyî de, şerê Bahmûtê şerê herî dirêj û xwînrêj bû û ew karibûn roja şemiyê Bahmûtê bixin destê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin