PeyamaKurd – Di demekê de ye ku koronavirusa nifşê nû (Covid-19)li seranserê cîhanê belav dibe û dibe sedema qeyraneke tendursitî û civakî, derket holê ku pisporê Covid-19ê Mustafa Ulaşli bi KHKê ji kar hatiye dûrxistin. Ulaşli dibêje, “Cihê me navendên lêkolînê, zanko û labaratuwar in, ne ku derve. Divê zanyar li dijî wê têbikoşin û stratejiyan bi pêş bixin”
Li gorî nûçeya rojnameya Duvarê, Doçent Dr. Mistafa Ulaşli, li Zankoya Princeton a Amerîkayê 3 salan û li Zankoya Groningen a Holendayê jî 4 salan li ser koronavirusê (Covi-19) xebîtiye lê bi biryarnameye di hikmê qanûnê de (KHK) di sala 2016an de ji kar hatiye derxistin.
Dr. Mistafa Ulaşli bang li rayedaran kir ku ew jî dixwaze beşdarî têkoşîna li dijî wê nexweşiyê bibe û got: “Li ser genetîka vê vîrûsê belkî jî kesî bi qasî min lêkolîn nekirine. Ez jî dixwazim beşdarî têkoşîna li dijî wê nexweşiyê bibim. Niha dema wê yekê ku hemû xebatkarên tenduristiyê yên bêtawan vegerin ser karên xwe.”
Dr Ulaşli dibêje, “Erê, ev vîrûs ji Çînê belav bû lê niha tevahiya dinyayê tehdîd dike. Ev vîrûs dê li fikr, kok û nijad, îdeolojî û baweriya ti kesî nenêre. Dibe ku hinek bi awayekî sivik ji ber bifilitin lê wê enfekte û nexweş bike û bibe sedema gelek kesan. Divê zanyar li dijî wê nexweşiyê têbikoşin û stratejiyan bi pêş bixin. Cihê me navendên lêkolînê, zanko û labaratuwar in, ne ku derve. Dem dema wê yekê ku hemû xebatkarên tenduristiyê yên bêtawan vegerin ser karên xwe.”
Dr. Ulaşli herwiha anî ziman ku tevî ku hemwelatiyê Amerîka û Holendayê ye wî xwestiye vegere Tirkiyê û xwendekarên baş bigihîne, “Ji ber ku min dixwest xwendekarên baş bigihînim vegeriyame Tirkiyê.”
Hêjayî gotinê ye ku ji sedema ku Ulaşli ji kar hatiye dûrxistin, nikare beşdarî xebatên ilmî û zanistî bibe. Ew dibêje li Brîtanyayê pêşniyara kar lê dike lê ew dixwaze li Tirkiyê bimîne û xebatên xwe li vir bidomîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin