Rûsya 3 kestiyên ser sand Derya Sipî

Rûsya 3 kestiyên ser sand Derya Sipî

PeyamaKurd- Li Lîbya û Derya Sipî gengeşiya di navbera dewletan de dewam dike û li ser wê rewşê Rûsyayê 3 keştiyên şer şand Derya Sipî da tevlî filoya Rûsyayê ya wê derê bibin. Fermandarê filoya Rûsyayê ya Derya Reş ragihand ku wan 3 keştiyên şer şandiye Derya Sipî da tevlî filoya wan ya wê derê bibin û keştî di Buhirên Îstenbolê û Çanakkale de derbas bûne.

Keştiyên ku hatine şandin ji bajarê Sêwastopolê keştiya tesbîtkirina mayînan ‘Vitse Amiral Zaharyin’ , “romorka rizgarkirinê ya SB-36” û “Kadet” a antî-sabotajê ne.

Her sê keştî dê îro bigihên grûba xwe ya li Derya Sipî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin