PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê ji bo Rûdawê ragihand ku wê di nav 48 sietan de petrola Herêma Kurdistanê bê îxrackirin. Li gor Rûdawê; çavkaniyekî ji wezareta petrolê ya Iraqê ragihandiye ku wê wezareta petrol û çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê bibe endamê odeyê ya SOMO ya ku şîrketa petrolê ya netewî ya Iraqê ye. Mekanîzma odê, wê bi hevkariya her dû welatan Kurdistan û Iraqê bê avakirin.
Wê cîgirê rêvebirê giştî yê SOMO yê ji hukumeta Kurdistanê bê tayînkirin û ji firotina petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê ya bazara dinyayê bibin berpirs. Bi vê terzê, wê Herêma Kurdistanê bibe perçeyekî fermî yê Iraqê.
Peymana ku her dû hukumet li serê lihev kirine, wê îro an sibê îmze bikin û ji bo îxraca petrolê destpêbike, wê pêşkêşî Tirkiyê bikin. Paşî wê li benda bersiva Tirkiyê bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin