PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî ku 5 kesên ji heman malbatê di bûyereke hatûçûnê de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan, peyamek belav kir û got, "Pêwîst e Wezareta Navxwe li ser sîstema hatinûçûna giştî û yasayên hatinûçûnê û rêyan binêre."
Mesrûr Barzanî do di peyama xwe de wiha got: “Mixabin şeva borî di bûyereke trajîk de 5 endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan. Tenê di 5 rojên dawî de li Herêma Kurdistanê 16 kesan di bûyerên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane. "Ez sersaxiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re dixwazim û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim."
Barzanî got: “Li Herêma Kurdistanê her sal mirina gelek kesan di encama bûyerên tirafîkê de cihê dilgiraniyê ye.
Serokwezîr Barzanî got, “Pêwîst e Wezareta Navxwe jî pêdaçûnê li ser sîstema hatinûçûna giştî, yasayên hatinûçûn û rêyan bike û yasayên xwe yên derbarê dayîna ehliyeta ajotinê de diyar bike. Ji bo sînordarkirina qezayên trafîkê û ji bo ku welatî tevdîrên ewlehiyê û rêgezên trafîkê tevbigerin divê hemû tedbîr û amadekariyên pêwîst bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin