Serokomarên 4 welatan çûn Kievê

Serokomarên 4 welatan çûn Kievê

PeyamaKurd-Serokomarên Polonya, Letonya, Estonya û Litvanyayê ji bo hevdîtina bi Volodimir Zelenskiy re çûn Kievê. Serokomarê Litvanyayê bi rêya medyaya civakî ragihand ku ew ji bo piştgiriyeke bihêz a siyasî û alîkariyên leşkerî diçin Kîevê.

Li gorî daxuyaniya ku ji Serokomariya Polonyayê hat dayîn, çûyîna her çar serokomaran hatiye piştrastkirin. Lê ji bo ewlehiya serokomaran, di derbarê hevdîtinên li Kievê de agahî nehatin parvekirin. Berdevkê Serokomariya Estonyayê da zanîn ku serdan bi armanca alîkariya sivîlan û Artêşa Ukraynayê çêbûye û dê li ser lêpirsîna tawanên şer lêhûrbûn çêbibin.

Serokomarê Letonyayê Egils Levits, Serokomarê Polonyayê Andrzej Duda û Serokomarê Litvanyayê Gitanas Nauseda, bi rêya trênê derbasî Kîevê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin