Efrîn | Çekdarekî kurekî hevjîna xwe îskence kir û kust

Efrîn | Çekdarekî kurekî hevjîna xwe îskence kir û kust

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarekî koma Emşat, kurekî hevjîna xwe îşkence kir û kuşt.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kiriye, çekdarê bi navê Sair Elhelebî ji koma bi navê Emşat a ser bi hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyê ve, li bajarê Efrînê kurê hevjîna xwe kuştiye.

Zarokê 13 salî, ku ji aliyê zirbavê xwe ve hatiye kuştin, li Nexweşxaneya Efrînê nîşanên îşkencekirin, daxdan û girêdana bi zincîran, herwiha nîşanên lêdana tund li ser laş û rûyê wî diyar bûn.

Li gorî belge û zanyariyên belavbûyî, çekdarê ku ew zarok kuştiye, endamê koma Emşat e.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kiriye, piştî îşkenceyeke tund ew zarok bo nexweşxaneya Efrînê hatiye veguhestin, lê bi sedema giraniya birînan, can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin