Serok Barzanî: Remzî Saban dostekî nêzîk, bira, heval, hevsengerekî emîn û xwesewîst bû

Serok Barzanî: Remzî Saban dostekî nêzîk, bira, heval, hevsengerekî emîn û xwesewîst bû

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî bibîr xist: “Remzî Şaban temenê xwe ji bo xebat, Kurdayetî û xizmetkirina di nava rêzên PDKê de terxan kir.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, roja 3ê Nîsana 2021an Pêşmerge, xebatkar, kadro serkide, şoreşger, endamê Encûmena Serkirdatiyê û berpirsê Nivîsgeha Birêvebirin û Darayî ya Partiya Demokrat a Kurdistamê heval Rezmî Şaban ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir. Remzî Şaban temenê xwe ji bo xebat, Kurdayetî û xizmetkirina di nava rêzên PDKê de terxan kir û di hemû qonaxan de kadro û Pêşmergeyekî dilsoz û wefadarê rêbaza Barzanî û niştimanperwer bû û her dem erk û karên xwe bi ruhekî kurdane, bêwestan û bi baştirîn şêwe andam dida.”

Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman: “Remzî Şaban ji min re dostekî nêzîk, bira, heval, hevsengerekî emîn û xweşewîst bû. Ew di qonaxên cuda yên şoreşa çiya, bajar, sirgûn û xebatên partiyê de bê navber û bi baweriyeke xurt a ji bo rêyeke pîroz dewam kir û di wê rêyê de gelek westan dît. Koça dawî ya Remzî Şeban û windakirina wî pêşengê bêwestan ji bo me hemûyan windahiyeke mezin e.

Serok Barzanî di berdewamê de got: “Serxweşiyê li xwe, malbata têkoşer Remzî Şaban, serkirdatî, kadro, endam û alîgirên PDKê, heval û hevsengerên xwedêjêrazî Remzî Şaban û hemû şoreşgerên azadîxwazên Kurdistanê dikim.”

Di dawiya peyamê de Serok Barzanî ji xwedêyê mezin daxwaz kir, ruhê xwedêjêrazî Remzî Şaban bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyan bibexişe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin