PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Koça dawiyê ya Endamê Encûmena Serkirdatiyê û berpirsê Nivîsgeha Birêvebirin û Darayî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban ji hunav ve ez xemgîn kirim. Kak Remzî Şaban kesayetiyekî têkoşer û niştimanperwer bû, di qonaxên cuda ên şoreş, erk û berpirsatiyên di nava PDKê de, nimûmeyeke rastgo û niştimanperwer bû.”
Serokwezîr Barzanî di peyamê de destnîşan kir: “Roleke diyar ya Malbata wî di şoreşên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de hebû. Pirse û serxweşiyê li Serok Barzanî, serkirdatî, endam û alîgirên PDKê û malbata wî ya têkoşer dikim. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”
Endamê yedek ê Polîtburoya PDKê Remzî Şaban ku di heman demê de Berpirsê Nivîsgeha Darayî ya PDKê bû, şeva borî ji ber nexweşiya koronayê li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawiyê kir.
Serok Barzanî: Remzî Şaban dostekî nêzîk, bira, heval, hevsengerekî emîn û xweşewîst bû
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin