PeyamaKurd – Mîsyona Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê UNAMI li ser şerê navbera PKK ê û artêşa Iraqê yê li Şengalê de, di ser hesabê xwe yê Twitterê de daxwuyanî da û got:
“Em ji şerê li Şengalê û encamên wê yên herifandina li ser xelkê bi endîşe ne. Divê ewlehî û îstîqrara Şengalê berya her tiştî be. Xelkê Şengalê berê zêde eziyetê dît û aştî mafê wan e. Kesên ku nîzama Şengalê xera bike ciyê wan li Şengalê tineye.”
Nadia Mûrad: “Şengalî car din mecbûr dimînin ku şûnwarên xwe terk bikin.”
Li ser şerê ku îro jî di navbera PKK ê û artêşa Iraqê de dewam kir, xwediya xelata Nobelê û aktîvîsta Kurd a Êzîdî Nadia Mûrad, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Kesên ku dageriyabûn Şengalê ser axa xwe, car din mecbûr dimînin ku malên xwe terk bikin. Ez civaka navdewletî dawet dikim da ji ewlehiya herêmê re çare bibîne, ji bo sîvîlan biparêze mudaxele bike û bi hukumeta Iraqê re bi hevre bixebite.”
Baba Şêx: “Şerê çekdarî bi dawî bikin, zimanê diyalogê bikarbînin”
Serokê rûhanî yê Êzîdiyan Baba Şêx Elî Ilyas ji bo şerê navbera PKK ê û artêşa Iraqê biqede bangî wan kir û got ji bo aramî were herêmê, dev ji şer berdin û weha dewam kir:
“Dev ji şer berdin. Ji bo şer biqede û aştî were herêmê zimanê diyalogê bikarbînin. Em bang dikin da hukumeta Iraqê û terefên din, da zerar negihê xelkê sîvîl yê Şengalê, jiyana xelkê bêguneh biparêzin, li pey qaîdeyên hûqûqa navdewletî herin û di nav bajêr de çek bikar neynin.
Em bang li rêvebiriya herêma Kurdistanê û hukumeta Iraqê dikin da çareseriyekî ji devera Şengalê re bibîne ku xelkê Şengalê ew eziyeta ku hêjî dikşîne bila car din nekşîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin