PeyamaKurd – Peyamnêrê Rûdawê rojnamevan Rawîn Stêrk ku meha Adara borî dema şopandina derbasbûna Yunanistanê a penaberan dişopand li Edirneyê hatibû binçavkirin û girtin, piştî 6 mehên girtîgehê îro 2yê Îlonê di danişîna yekem a dadgehê de hat berdan.
Rawîn Stêrk ku bi hinceta parvekirinên twîterê û propagandaya rêxistinê dihat dadgehkirin, îro ji Girtîgeha Sîncan a Enqerê bi rêya platforma dengî û dîmenî (SEGBİS) tevlî danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 34an bû.
Piştî xwendina doznameyê û parastina Rawîn Stêrk û parêzên wî, dadgehê bi şertê qedexeya derketina derveyî welat biryara tehlîyekirina wî da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin