Sadr vedigere siyasetê

Sadr vedigere siyasetê

PeyamaKurd - Serkirdeyekî bala yê Tevgera Niştimanî ya Şîa ya Iraqê ku Muqteda es-Sadr serokatiya wê dike, stratejiya nû ya Muqteda es-Sadr a siyasetê ragihand. 

Serkirdeyê ku nexwestiye navê xwe bide da zanîn ku beriya vegera fermî ya li siyasetê ya Tevgera Sadr, ji bo çalakiyên siyasî stratejiyeke nû hatiye pejirandin.

"Armanc beşdariya hilbijartinên bê ye"

Li gorî nûçeya Ajansa Şefeqê, serkirdeyê şîa wiha gotiye: "Lijneya siyasî ya Tevgera Niştimaniya Şîa di van 2 rojên dawî de ji bo hilbijartinên bê yên parlamenê, bi mebesta organîzekirina vegereke siyasî û amadekirina mekanîzma hilbijartinan civînan li dar xist. Armanca tevgerê beşdarbûna di hilbijartinên bê de ye.

Sadr naxwaze di vê pêvajoyê de vegera siyasetê ragihîne. Ew balê dikêşe ser jinûveavakirina çarçoweya siyasetê û hilbijartina navxweyî ya Tevgera Niştimanî ya Şîa. Vegera siyasî ya fermî, wê di rojên pêş de ji raya giştî re bê ragihandin." 

Vekişîna ji siyasetê ya Sadr

Muqteda es-Sadr, di 15ê Pûşpera 2022an de ragihandibû ku ew ji siyasetê vedikişe û ew ê wek tevger, beşdarî hilbijartinên siberojê nebin.

Sadr, vê biryara xwe bi dûrbûna ji siyasetmedarên ku ketine nav gendeliyê ve grê dabû. 

Piştî vê biryarê Tevgera Sedr hilbijartinên herêmî yên ku di dawiya 2023yan de pêk hatin boykot kir. 

Piştî vekişîna tevgera Sadr, Çarçoveya Hevahengiyê ku hemû komên Şîa yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin tê de cih digirin, di Cotmeha 2022an de bi serkêşiya serokwezîr Mihemed Şîa El-Sudanî, bi rêkeftina bi bloka Kurd û Sunnî re, dikaribûn hikûmetê damezirînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin