Li Diyarbekir goristaneke nû ya mezin tê avakirin

Li Diyarbekir goristaneke nû ya mezin tê avakirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber li Goristana Yenîkoy a Diyarbekirê cih nemaye, li navçeya Peyasê goristaneke din a mezin tê avakirin.

Li gorî zanyariyan bi sedema ku li Goristana Yenîkoyê cih nemaye, biryara avakirina goristaneke nû bo Diyarbekirê hatiye dayîn.

Hat zanîn ku goristana nû li taxa Gozalan a navçeya Peyasê tê avakirin ku erazîyeke bi mezinahiya 1 milyon û 603 m² jê re hatiye terxankirin.

Hêjayî gotinê ye, li hin bajarên din ên Tirkiyê jî ji ber zêdebûna mirinên ji koronayê goristanên nû têne avakirin ku herî dawî dîmenên amadekariyên goristaneke li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê di medyayê de hatibûn belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin