Kremlîn: Heger Ukrayna bibe endam…

Kremlîn: Heger Ukrayna bibe endam…

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser pirsa derbarê van daxuyaniyên ku Ukrayna bibe endamê NATOyê de got ku tevlîbûna Ukraynayê di nav NATOyê de dê bibe sedema pirsgirêkên ku dê bi salan berdewam bikin.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy berdewam bang û fişaran dike ku welatê wî beşdarî NATOyê bibe. 

Li aliyê din Rusyayê hişyarî da ku endamtiya Ukraynayê ya NATOyê dê bibe sedema pirsgirêkên ku dê salên dirêj bidomin.

Dmitriy Peskov, li ser pirsa derbarê van daxuyaniyên ku Ukrayna bibe endamê NATOyê de got ku

“Mixabin ez dixwazim diyar bikim ku; Ev helwest nîşan dide ku rêveberiya Kievê çiqas bê amadehî, bê vîn û bêhêz li ser maseyê ye. Helbet endambûna Ukraynayê ya NATOyê dê bibe sedema pirsgirêkên ku dê gelek salan bidomînin. 

Haya gelek welatên Yekîtiya Ewropayê ji vê yekê heye. Lê Washington di NATOyê de gotina dawî ye û herî zêde dide. Di vê xalê de welatên Yekîtiya Ewropayê tenê amûrek îtaetkar a orkestrayê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin