Parêzerê Fransî doz li Ez Zabiyê 'Rehmet li Sedam kiribû' vekir

Parêzerê Fransî doz li Ez Zabiyê 'Rehmet li Sedam kiribû' vekir

PeyamaKurd – Derbarê generalê berê yê artêşa Sûriyê Ez Zabî de ku demek berê Kurd şibandibûn ‘haşeratan’ û bi kiryarên ‘Sedam’ gef li Kurdan xwaribû, parêzerekî Fransî doz vekir.

Li gorî kovara Le Pointê Parêzerê Fransî Antonin Péchard bi hinceta ku Ez Zabî pesindariya tawanên şer û qirkirinê kiriye û li hember milet û kesên xwedî nasnameyên cuda zextên tundiyê kirine doz lê vekir ku dibe 5 sal ceza jê re bê xwestin.

Péchard di doznameya xwe de gotiye, bi awayekî eşker bi daxuyaniya xwe pesindariya komkujî û tawanên 1988an (Helebçe)  ku Dadgeha Laheyê jî qebûl kiriye dike û Kurdan dişibîne haşeratan û paqijkirina wan bi rêbaza Sedam Hûsên anku kîmyabaranê tîne ziman.

Gotinên Ez Zabî yên rastî bertekan hatibûn û niha jî doz lê hatiye vekirin ev bûn:

“Me çi wextî rastiya rêxistina terorîst a Kurd PYDê îfşa kiribe, keriyek heywan derdikevin û dizirin û diewtînin û qileqilê dikin û wekî kêzikan circirê dikin. Ji bo qelandina koka wan heşeratan pêdivî bi dermanan nîne. Gotina Sedam bes e. Ji bo vê jî bi hezaran caran rehmetê li Sedam dikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin