Li Duhokê zevî ji mayîn û teqemeniyan tên paqijkirin

Li Duhokê zevî ji mayîn û teqemeniyan tên paqijkirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Karûbarê mayînan li parêzgeha Duhokê diyar kir, li gundê Kanîka ya nahyeya Bamernê ya li sînorê Duhokê, du heftiyan de rûberê 6 hezar 165 metre çar goşe hatiye paqij kirin û di encamê de 400 parçe teqemeniyên cureya guleyên RPGê û topên hewanê yên 120 mm. û guleyên topa 82 mm. û li gel gelek guleyên 60 mm. hatine rakirin û kom kirin.

Rêveberê giştî yê karûbarên mayînan li parêzgeha Duhokê Mesûd Mela Şerîf ji çapemeniyê re diyar kir, îsal heta dawiya meha borî li sînorê Duhokê 21 zevî ji mayîn û teqemeniyan hatine paqij kirin.

Bi giştî ji 775 zeviyên tomar kirî, 363 zevî hatine paqij kirin û hîn 412 zevî jî mane nehatine paqijkirin. Rûberê giştî yê hemû zeviyên hatine tomarkirin li Duhokê digehe 32 milyon û 196 hezar û 57 metre çar goşe. Heya niha rûberê 12 milyon û 482 hezar û 301 metre çargoşe hatine paqijkirin û 19 milyon û 713 hezar û 756 metre çargoşe jî hîn nehatine paqijkirin.

Rêjeya paqijkirinê digehe bêhtir ji sedî 38 an. Sala 2019ê di 11 mehên borî de 21 zevî hatine paqijkirin. Sê bûyer ji ber mayîn û teqemeniya çêbûne û du kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin