Holandayê keştiya paqijkirina mayînan şand Hurmizê

Holandayê keştiya paqijkirina mayînan şand Hurmizê

PeyamaKurd - Piştî Almanyayê, Holandayê jî ragihand ku ji bo paqijkirina mayînên muhtemel ên li Tengava Hurmizê, keştiyeke şer şandiye devevrê.

Wezareta Parastinê ya Holandayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ev keştî wekî piştgirî ji bo ewlehiya geştên deryayî hatiye erkdarkirin.

Hate gotin, ji ber ku keştî niha li herêma Hînd-Pasîfîkê ye, gihîştina wê ya ji bo Tengava Hurmizê dê çend hefteyan bikişîne.