Li Çînê jiyan asayî dibe û dibistan jî vedibin

Li Çînê jiyan asayî dibe û dibistan jî vedibin

PeyamaKurd –Li Çînê ku vîrusa korona ji wir belavî dinyayê bû, piştî rakirina qedexeyan û sivikirina karantînayê jiyana rojane asayî dibe.

Li gorî zanyariyên dawî, dibistanên seretayî û navîn jî ji nû ve dest bi perwerdeyê dikin.

Berdevkê Komîsyona Perwerdeya Şaredariya Pekînê Li Yi ragihandiye ku li seranser welat 27ê Nîsanê dibistanên lîseyan û li 11ê Gulanê jî dibistanên navîn ji nû ve dest bi perwerdê dikin.

Li gorî amarên dawî yên Komîsyona Tenduristiyê ya Çînê, di 24 saetên dawî de 99 tûşbûyên nû yên Covid-19 hatine tomarkirin ku 97ên wan kesên ji derveyî welat hatine ne û ti haleteke mirinê jî çênebûye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin