PeyamaKurd - Li welatê Brîtanyayê ku heta niha 240 hezar zêdetir kes bi vîrusa koronayê ketine û 34 hezar û 466 kes jî pê mirine, tedbîr têne sistkirin.
Di çarçoveya sistkirina tedbîran de tê çaverêkirin ji destpêka meha Hezîranê ve beşek ji dibistanên Brîtanyayê dest bi perwerdeyê bikin.
Wezîrê Perwerdê yê Brîtanyayê Gavin Williamson ragihand ku ji 1ê Hezîranê ve beşek ji dibistanan vedikin û xwendekar dikarin dest bi xwendina dersên xwe bikin.
Williamson got ku di qonaxa yekem de tenê baxçeyên zarokan û dibistanên seretayî tên vekirin (zarokên temenê wan yek sal heta 12 salan) dikarin vegerin park û dibistanan.
Li Brîtanyayê tedbîrên tund ên li hember belavbûna koronayê meha Adarê hatibûn destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin