Asayîşa bajarê Ezirganê kesê êrîşa ser dibistanê parvekir, girt

Asayîşa bajarê Ezirganê kesê êrîşa ser dibistanê parvekir, girt

PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa bajarê Ezirganê (Erzincan) kesekî ku di ser hesabê xwe de ‘êrîşa ser dibistanê’ parvekiribû girt û asayîşê got ku di parvekirina xwe de gotiye: “Dibe êrîş bibe ser dibistanê”.

Rêvebiriya asayîşa Ezirganê got ku piştî êrîşa li Riha û Maraşê, hinek kes di ser hasbên xwe yên medya civakî de parvekirinan dikin ku xelkê dixin nav panîkê û tirsê, wan hesaban tesbît kirine.

Tîmên şopandina sîberî yên rêvebiriya asayîşa Ezirganê, xwediyê hesabê medya civakî N.E. û zarokên ku N.E. wan dehf daye ber sûcan de yên bi navên R.K. û S.D. xist bin çav.

Piştî îfadên wan li asayîşê sitendin, wan şandin dadgehê, dadgehê N.E. şand zîndanê û R.K., S.D. bi şertê kontrola edlî serbest berda.