Kiliçdaroglu, soza zagoneke nû da

Kiliçdaroglu, soza zagoneke nû da

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku dema ku ew bibe serokomar, ew ê “Zagona pirsên ku nayên pirsîn” derxe.

Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî axaftineke vîdeoyî weşand û di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa karker û karsazan û diyar kir ku ew ê zagonek derxe ku karsaz an kardêr, nikaribin hin pirsan ji kesên ku serlêdana kar dikin, bipirsin.

Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de ev agahî dan:

 “Dema ku ez bibim Serokomar, ez ê teqez dawî li torpîl û fêlbaziyê bikim. Lê bes ne ewqas e.

Piştî 14ê Gulanê, dê pirsên, “Gelo tu zewicandî yî, ​​ezeb î, vekirî yî, yan nixamtî yî, tu yê zarokan çêbikî, birca te cotik e...? dê hemû di nav pelên dîrokê de wenda bibin.

Bay Kemal dê “Zagona Pirsên ku nayên pirsîn” derxe û dê bibe serokomarê we hemûyan.”

Kiliçdaroglu, di dewama axaftina xwe de wiha got,

“Hêmanên ku kardêr nikare wan bipirse û kes ne mecbûr e ku eşkere bike, dê bi qanûnê bi zelalî diyar bibe. Wekî mînak, jin dê li ser zewaca wan an planên jidayikbûnê neyên pirsîn. Kesên ku bixwazin dê bên cezakirin ji ber ku li dijî qanûnê tevdigerin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin