HSD Dest bi operasyona li Baxozê kir

HSD Dest bi operasyona li Baxozê kir

PeyamaKurd-  Çend roj bûn ji ber sivîlan şer hatibû sekinandin. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrişa li dijî çeteyên DAİŞê yên li gundê Baxoz yê Dêrazorê dan destpêkirin.

Ev çend roj bûn şervanên HSDê ji ber sivîlan, şer û êrişa li dijî çeteyên DAİŞê yên li gundê Baxoz yê parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê dabûn sekinandin.

Lê berdevkê HSDê Mistefa Balî, îro danê sibê li ser rûpela xwe ya twîtterê vîdeoyek danî û ragihand, şervanên wan piştî derketina sivîlan ji Baxozê, dest bi êrişê kirin. 

Li gorî agahiyan, şervanên HSDê ji şeva borî ve karîne kîlometrekê pêşde biçin.

Tê gotin ku Baxoz dawî cihê DAİŞê ye li Sûriyê, ji ber wê jî bi girtina wê deverê êdî ti sitara DAİŞê li Sûriyê namîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin