PeyamaKurd - Dewleta Amerîkayê li welatê Sahra Rojava ya ku hukumraniya Fasê (Mexrib) qebûl kiriye, konsulxane vedike. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de hat kirin ku pêvajo ya avakirina konsulxaneyê dest pêkiriye. Pompeo bi nivîskî di ser hesabê xwe yê medyayê de weha got:
“Li Sahra Rojava pêvajoya xebata vekirina konsulxaneyê destpêkiriye û ji vekirina konsulxaneyê ez bextewerim. Bo sefaret xizmetê bide, xebatên sanal yên dîplomatîk destpêkirine û konsulxaneya ku bê danîn dê bi ya Rabatê ve bê girêdan.”
Pompeo di heman ragihandina xwe de got ku ew destekê dide muzakereyên mavbera dewleta Fasê û Polisario yê.
Sahra Rojava heya sala 1975 an di bin destê Îspanyolan de bû û dewleta Fasê Sahrayê bi xwe ve girêda. Li ser wê, Cezayîr destekê da Sahrayê û rêxisitna Sahrayê ya bi navê Polisarioyê destek kir. Fas dixwaze Sahra di bin destê wan de bimîne lê Polisario dixwaze Sahra bibe dewletekî serbixwe.
Di sala 1991an de bi navbeynkariya Neteweyên Hevgirtî di navbera Polisario û Fasê de agirbesekî hat îlankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin