Sedir: Em tu carî rijandina xwînê naxwazin

Sedir: Em tu carî rijandina xwînê naxwazin

PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, peyamek ji alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê re şand.

Muqteda Sedir di peyama xwe de eşkere kir, tiştê niha rû dide, milmilaniya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku beşdarî hilbijartinên bê bibe.

Sedir da zanîn: “Em ne li dijî tu kes û aliyekî ne, ewên ku dixwazin me bikujin, weke ku di tomarên dengî de hatiye, em ji ber xoşewîstiya niştiman û gelê xwe, ji bo wan hîdayetê dixwazin.”

Di berdewamiyê de diyar kir: “Me ligel wan gotûbêj ceriband, me dît ku çi bi serê welat de hat, wêrankarî li pey hat, pişt re gel gotina xwe got, gotûbêja ligel wan sûdê nade.”

Muqteda Sedir destnîşan kir: “Em tu carî rijandina xwînê naxwazin, lê belê çaksazî bi qurbanîdanê dibe, ez amade me ku şehîd bibim ji bo çaksazî û rizgariya gel û niştiman.”

Sedir got: “Ey xelkê Iraqê, eger hûn guhertin û çaksaziyê dixwazin, ez li benda we me. Eger hûn rewşa niha dixwazin, hûn dizanin.”

Herwiha da zanîn: “Ji bo ku sûdeke esmanî û piştevaniya Xwedê ji bo hemûyan be, ez bawer im piraniya gel ji vê çîna desthilatdar tije bûye, em jî jê ne razî ne.”

Herî dawî Muqteda Sedir eşkere kir: “Em bi rêya proseyeke demokrat a aştîxwaziya şoreşgeriyê, daxwaza çaksaziyê dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin