PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Macaristanê de, li paytext Budapeşteyê ji rojnamevanan re axivî û li ser hevdîtina ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump a 13ê Mijdarê ya li Wasihingtonê û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî jî daxuyanî dan.
Erdogan bal kişand ser rêkeftina 17ê Cotmehê ya ji bo rawestandina êrîşên ser Rojava û got, “Dema Pence û Pompeo hatin me li ser li hev kiribû ku terorîst (HSD/YPG) di nav 120 saetan de herêmê terk bikin. Heta niha terk nekirine. Dîsa bi rêkeftina me ya Rûsya ya Soçîyê re jî soza ku di nav 150 saetan de herêmê terk bikin hebû. Ew jî bicih neanîn. Li vir em hîn jî gelek aciziyan dijîn.”
Li ser nameya Trump ku digel nameya Mezlûm Ebdî jê re şandibû û xwestibû bi Kurdan re li hev bike jî Erdogan got, ‘Ez terorîstekî wiha û rêxistineke terorê muxatab nagirim.”
Erdogan da xuyakirin ku wî di pêwendiya şeva borî ya telefonî bi Trump re, jê re gotiye Mezlûm Kobanî bi navê Ferhat Abdî Şahîn serkirdeyekî PKKê ye û ji ber hevdîtina Trump-Mezlûm Ebdî şermezarî dayê.
Serokomarê Tirkiyê herwiha ji bo nameya ku Trump digel nameya Mezlûm Ebdî jê re şandibû û beriya niha gotibû wan ew name avêtiye çopê jî got, “Ezê vê nameyê pêşkeşî Brêz Trum bikim. Te ev name ji ber hizra bi vî zilamî re navbeynkariyê bikin şandiye. Tiştên min ji te re gotine eşkere ne. Min got ku, Ez terorîstekî wiha û rêxistina terorî muxatab nagirim.”
“Heger tu naxwazî bibî berpirsê kuştina bi hezaran kesan û ez jî naxwazim bibim berpirsê hilweşandina tunekirina aborîya Tirkîyê, lê ez dikarim bibim. Jixwe bi Keşe Brunson min mînakeke biçûk dabû te.”
Min hin kêşeyên te çareser kirin. Tu dikarî rêkeftineke pir baş çêkî. General Mazlum (Kobanî) bo danûstandinan hazir e û dikare dev ji hin tiştên berê dev jê bernedidan, berde.”
Herwiha Serokê Amerîka di nameyekê de dîyar kiribû, nameya ku General Mazlum ji wî re şandîye, bi awayekî veşartî ji Erdogan re şandiye.
Trump dawî jî wiha gotibû: “Eger tu vî îşî rast û însanî çêkî, dîrok dê bi awayekî erênî li te binêre lê ku çênebe dê heta hetayê mîna ku li şeytanan binêre dê li te binêre. Nebe mêrekî sert, bêfehmîyan neke. Ezê piştre li te bigerim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin