Pîlotên Brîtanî, leskerên Çînê perwerde dikin

Pîlotên Brîtanî, leskerên Çînê perwerde dikin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya BBCyê, pîlotên leşkerî yên şer ên Brîtanyayê, li hember xetereya şerê Çîn û Tayvanê, leşkerên artêşa Çînê perwerde dikin. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, ev leşkerên malnişîn, beranberî heqdestekî zêde, vê perwerdehiyê didin.

Li gorî nûçeya ku hat parvekirin, nêzîkî 30 leşkerên malnişîn ên Brîtanî, bi pereyan leşkerên Çînê perwerde dikin da ku hînî hûrgiliyên rêbazên şer bibin.

Hat diyarkirin ku heqdestê van leşkerên perwerdekar, ji aliyê Wezareta Berevaniya Çînê ve tê dabînkirin. Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku perwerdehî dê di qada asîmanî de bê dayîn û heqê hin ji van pakêtên perwerdehiyê digihîje 270 hezar dolaran.

Hat zanîn ku yek ji berdevkên Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, li ser mijarê ragihandiye ku ev perwerdehî ne li dijî zagonên Keyîtiya Yekgirtî ye lê belê hewil tê dayîn ku ji bo ew rayedar dest ji çalakiyên xwe yên li Brîtanya û welatên din berdin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin