PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên çapemeniya Yunanîstanê, Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê Nikos Panagiotopulos, di Civîna Wezîran a NATOyê de dema ku ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê civiyane, giliyê Tirkiyeyê kiriye.
Di Civîna Wezîran a NATOyê ku li Brukselê tê rêvebirin de hat ragihandin ku Wezîrê Yunanîstanê Nikos Panagiotopulos, dema ku ligel Sekreterê Giştî Jens Stoltenberg civiyaye, giliyê Tirkiyeyê kiriye û di civîna ku 22 xulek dewam kiriye de hemû qeyranên navbera Yunanîstan û Tirkiyeyê, ragihandine.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Yunanîstanê de derketine pêş, Wezîr Panagiotopulos gotiye ku “Gavên revizyonîst ên Tirkiyeyê, zerarê didin aramiya Ewropayê.”
Di demên dawî de di navbera Tirkiye û Yunanîstanê de li ser mijarên giravên Egeyê û hin mijarên din, qeyran derketine û ev qeyran di qada navneteweyî de jî ji nêz ve tên şopandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin