PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand endamên beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê 3 welatiyên ji Lubnanê vedigeriyan, revandin.
Li gorî SOHRê her sê welatî 9ê Cotmehê li ser benda kontrolê ya bajarokê Ertûz ê rojavayê gundewarê Şamê hatine revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin.
SOHRê diyar kiriye ku çarenivîsa her sê welatiyan nayê zanîn.
Li gorî amarên SOHRê, 10ê Cotmehê jî beşa îstîxbarata leşkerî ya rejîma Sûriyê, welatiyekî 34 salî dema ji Lubnanê vedigeriya li deriyê sînor ê Debûse yê li gundewarê Humsê revandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin