PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pomepo daxwaz xelkê ji Îranê kir, wêne û vîdyoyên êrîş û tundûtujiya hêzên ewlekariyê yên bi ser wan de dikin ji wan re bişînin.
Pompeo li ser twitterê da xuyakirin ku wî ji xwepêşanderên Îranê daxwaze kiriye belge, wêne û vîdyoyên fişar û tundûtujiya li ser xwepêşandanan ji wan re bişînin û dê Amerîka wan kiryaran derxe holê û fişarê li ser Îranê bike.
Ev hefteyek zêdetir e li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam dikin û ji bilî êrîş û destwerdana tund a ser xwepêşanderan ku bi kêmî 106 kes hatine kuştin, xetên înternetê jî hatine qutkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin